Kurdish (short version)

Bêhtirî du sala pandemîyê çêbû. Du sal in ku gelek mirîyan û êş bi xwe re anî. Demek ku qaqiboyan, wekî kesên çepgirên radîkal û li hember desthilatê danî ber me.
Di heman dema ku pêla radîkalên rastgir rabû, alîgirên hiquq û rebazê jî di polîtîkayê de amadekirîya xwe dikirin: Di bin sîya parastina li hember nexweşîyê sînorkirina azadîyê ne wekî tu caran çêbû.
Di nava van du salan de gelek beşên girîng ya jiyana me ji azadîya çûyîn-hatinê ve heta mafê jîyana taybet û xwepêşendanan ve hat sînorkirin yan jî qedexe kirin.Li hemû derê cîhanê azadîya mirovan di bin xeterê de ye. Li her derê anarşistan bi gelek serhildêran di şerê ji bo cihanekî baştir serî dikşînin.
Hêvîya me ji bo jîyanekî baştir di anarşîzmê de ye, di komunîzma azad, di xwe rêkûpekbirina dij desthilatê û di komeleyq azad de ye.
Hikumdarên, polîsên, faşîstên, desthilatdarên vê cihanê eve dizanin. Ew dizankn ku di civakekî azad de ew pêşîya rê digrin û hêza wan di wî cawatê de cîhe xwe tune ye. Ji ber vê hertim ji anarşîzmê ditirsin. Ji ber vê anarşîzm qedexekirî ye. Baş e qedexe bikin..
Bi me re di 1ê gûlana 2022yan de werin kolanan. Ji bo 1ê gulanek serhildêr û li dij desthilatdarîyê. Emê kolanan bi dest bixwin, her bi çi awayî be. Kolan ya me ne: Ya kesên ji ber heman kategorîyên bi destê însana ve çêkirin, hatine marjînalîze kirin yan jî kesên ji bo debara xwe mecbûrî bi maeşekî, yên ji ber eslê xwe, rengê çerma xwe, ola xwe, zayenda xwe yan jî ji ber eleqeyên xwe yên seksî, hatine marjînalîze kirin. Ya me ye! Kolan ya tevgerên ekolojîyê, kesên FLINTA*, yên reheta wan ne di cî de û yên ‚êdî bes e‘ dibêjin û dawîya dawî bi azadî û alîkarîyê, mirovan û hemû cîhanê di aşitîyê de dixwazin bijîn e. Ji ber vê di yekê Gulanê de emê bêjin: Anarşîzm êrîş bike.
Xwe tevlî me bikin, di rêza AnarchX, di rêza Klîma, di rêza FLINTA yan jî di rêza bi reng!

Bangewazîya tevahî dikarin li vir bibînin:
1FLINTA=Jin, lezbîyen, intersexuel, kesên ne bîner, kesên trans, kesên bêzayend