Kurdish

1ê Gulanê xwepêşandana anarşîst: Hun henekê xwe bi me dikin? Kapîtalîsm talan dike. Saet di 12:30an de, li U-Bahn Emilienstrasse.

Bes e li keyfa xwe nêrtin! Di dema pandemîyêde rêveberîya federal kesên li mala xwe ji hertiştî dûrketî wekî qehremanan dibîne: Netflix & li keyfa xwe nêrtin û em ê dinyê xelas bikin. Netflixa herkesî tune ye, hindik kes dikarin li keyfa xwe binêrin û geleka qet mala wan tune ye!

#Stayhome gotinekî we ya vala ye! Mexdur in ji van tedbîran yên perê wan hindik in, yên kaçax in û yên mala wan biçuk in yan jî yên li kuça dijîn.

Xizanî dikuje! Di heman demê de dewletê malan vala dike. Projeyak çep an cîranê li rex te ferq nake: Bingehtirîn mafek, mafê runiştinê ji bo fêydeya îlahî tê binpê kirin.

Agir bide û bişewtîne bavsalarîyê! Berî berî zexta bavsalaran di dema Pandemîyê de zêde dibe. Li malê û bi struktur! Jin, lezbîyen, Interbiner û nebiner û transan perçeyak mezin ya karên heqê wan nayên dayîn in û di karên girîng ji bo sîstemê de di bin xetera mezin bo Infeksîyonê de kar dikin. Bes e newekhevî! Ji bo femînîzmekî radîkal! Ji ber gelek êrîşên li hember cîhên çepgeran, vî şerî berê xwe dide sazîyên rola wan heyî.

Bi çepikan kesî têr nabe! Em bifikar in, ji bo hemalan, ji bo diruvanên li Bangladeşê, ji bo her kesên ji kar hatine derxistin, ji bo kesên tevîku kompanya wan bi kredîyen ji bacan tên xilaskirin lê ew bi xwe bêçare bi meaşa ji Homeofficeê girêdayî ne. Em dixwazin kompanyên mezin perçe bikin û kolektîfan çêbikin daku dewlemendî bi para herkesî keve.

Kî me ji polîsan diparêze! Lîsteyên kuştinê yên Prepperê, grupên chatê yên polîsên faşîst, çekên wendabûyî. Tiştên ku kesên polîtîk aktîv jê ditirsin, dijîn ewên ku mexdurê nijadperestîyê ne. Racial Profiling karekî polîsan ya rojane ye. Di dema pandemîyê de nijadperestî rûyê xwe yî kirêj dîsa eşkere kir. Ji ber wê em dibêjin: Bes e sucdarkirina xelaskirina kesên li deryayan ku di rewşekî awarte de ne. #Blacklivesmatter! Bese şunvegerandina penaberan!

Ji bo perspektîva antîotorîter! Tevdîr ne ku bi çêkirina bi destê dewletê bi wate ne. Ew dema li ser wekhevîya civakî, li ser ilmê bê ava kirin û bi şêwrandina bi her kesên ku pê re têkildarin bi wate ne. Em dixwazin 1ê Gulanê wekî roja şer ya çînên bi maeşê re girêdayî ne dîsa reş û sor û bikin û li Hamburgê dîsa wekî tevger dakevin kolanan. Ka em ji xwe re perspektîvek radîkal di dema pandemîyê de bê xweşkirina dewletê û partîyan û bi xeyalên bê otorîterin çê bikin. Em dixwazin bi we re anarşîzmekî nûjen ku nîşaneyên dema xwe nasdike û berdewamî şerê ütopyayê dike pêk bînin.

Maskên xwe li xwe bikin ji bo berxwedanekî tendurust! Em xurttirin ji ya ku em difikirin!

Dakevin kolanan ji bo 1ê Gulanê! Bi hêrs û antîotorîter!